be lêwanî birîn degirim demî tîẍî dewestênim

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  450 Dîtin
be lêwanî birîn degirim demî tîẍî dewestênim
be qed xwênim heta awî ḧeyatî taze destênim
şewî fîrqet be peyẍamî nîgay awî be agirda
be pişkoy eşkî xwênî geş diłî ’alem ebirjênim
le ateşbazya emşew diłim deyut be perwane
be ahê ḧez bikem tacî serî şemi’it desûtênim
biro û zilifit yekî new’ê deken tełqînî em xełqe
be dînit întixabim bo bike îman be kê bênim
mîsalî mewcî derya dił le hat û çoyî lêwaye
îcazey boseyê nada heta zû esto bişkênim
řeqîb naçête xew ta leḧzeyê bextim le xew hełsê
le dewrî fîtreta maçê le lêwî bełke bifřênim
qedeḧbazî deken ẍerqî nîşatin řoḧ û dił emşew
ke fermûye sibeynê zû xwênî ḧemdîNasnava edebî deřjênim