wa ’eceb mawim ke mawim bo bebê to namirim

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  2379 Dîtin
wa ’eceb mawim ke mawim bo bebê to namirim
wamdezanî kełkî anî hîcrî dilber nagirim
şêx û derwêş û mirîd û cahîd û pîr û cewan
ger bebê ’eşqit musłimanin ewa min kafirim
em serî řûte leber bê qudretî ’aşiq nîye
tacî xurşîdim leserdaye ke şêtî qadirim
wek mecûsî ’alemê sucde debate ’aşiqit
çunke sûtawî fîraqî tom û pişkoy agirim
çunke munkîr zore qurban were to binwêne řû
ya qemer wek sîne şeq kem qursî řojîş dagirim
meskenim meyxaneye mestî şerabî ulfetim
ḧezretî saqî dezanê siřřî qelbî zakîrim
tu xuda řeḧimit bibê řûy dił le ḧemdîNasnava edebî ke demê
ba bibête mezherî nûrî xudayî zahîrim