besteyî zincîrî zilf û daẍdarî xałtim

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  344 Dîtin
besteyî zincîrî zilf û daẍdarî xałtim
ey senem şêtî ziřey zincîreyî xirxałtim
kohkendêkim le kêwî bêstûnî ulfeta
da’îma şîrîn mezaqî pasuxêkî tałtim
bête ’enqayê le ewcî sûtna perwane to
bo ḧizûrî şem’î meclîs ger biçî şehbałtim
besme saqî gerdinî mîna û lêwî camî mey
min ke şêtî gerdinî bêgerd û lêwî ałtim
gerdî min bo surmeyî dîdey ẍezalan dest eda
çunke kuştey nawkî mujganî çawî kałtim
barî mînnet ta qyamet ehlî dił hełnagrê
bo beheştê wa dezanê zahîda ḧemmałtim
yar witî bê mîsle ḧusnim sêberî řûyî nyaz
ye’nî řojî to heta em řoje bê emsaltim
tom le parsengî sebik meẍzanî ’esra danena
min be neqdî lefzî şîrîn muşterî misqaltim
qet be ḧałî danenawe ḧemdîNasnava edebî jînî bê kemał
ey kemałî bê miruwet seyrî çon bê ḧałtim