le diłma ew bite diłteng bû çabû şe’bidey eflak
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
546 Dîtin
le diłma ew bite diłteng bû çabû şe’bidey eflak
be şimşêrî qeza zû kirdî singim wek girîban çak
dexîl ey dił leber peykanî ew seyyade hełmefře
xuda lutfî bibê bełke bigeyne ’alemî fetrak
umêdêkim ke mabê her be hajey seylî firmêske
tewafî koyî yarim pê bika bełkû legeł xaşak
beser emřazî ’eşqa key dewa te’sîrî pê dekirê
defermû def’î zehrî marî perçem ka le dił tiryak
be cil pakî dirust nabê nwêjî zahîdî dił pîs
be awî mey heta neşwa diłî wek damenî napak
le beynî zilf û řûy ew şoxeda dił sa’îmul’umere
nîye îftarî řojûyê şewî bê muttesîl îmsak
cigergoşey ’ezîzî ’aşiqan firmêskî xwênîne
çi řû sûre le ’alemda bizane awî çawî pak
leser pêçanî dinya ser nepêçî çake toḧemdîNasnava edebî
be pêy ew şoxe naga ta nebê ser ẍerqî xwên û xak