aşkarî kird hemû esrar û xoy penhane ’eşq
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
697 Dîtin
aşkarî kird hemû esrar û xoy penhane ’eşq
piř be kaşaney wicûde cane ya canane ’eşq
cuz’ û kul eczayî ferdî ka’înate ka’înat
herçî ef’alî têdaye mesderî hemuwane ’eşq
ẍerqî mewcî awringî gewherî ’eşqe wicûd
gewherî deryayî lutfî ḧezretî yezdane ’eşq
şem’î dagîrsawî destî ’eşqe şexsî têgeyîw
tê negeywîşî be qed xoy çakir û sułtane ’eşq
bo geřanî bezmî ’alem ’amîle saqî sîfet
maddeyêke mîslî mey ẍayey hemû řendane ’eşq
dił lem afaqe be wîs’et her debê kemtir nebê
boye wek berqê lewêda arezûy cewlane ’eşq
bo şehadet şem’ û guł endamîyan bote zeman
agirî berdawete dił bulbul û perwane ’eşq
’eşqî çî min agirêkî qudretim dîwe dexîl
diłmî kirdote cehennem nek be ateşxane ’eşq
sayqî meczûbe layê layê quwey cazîbe
nûrî şewqî ’aşiqan û řengî me’şûqane ’eşq
baregahî ’eşqe cêgey serfirazî ḧemdîNasnava edebîya
muşkîle emřo sibeynê muşkîlî asane ’eşq