nema neqdim le daẍî dił debê emca bikem mesref

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  1347 Dîtin
nema neqdim le daẍî dił debê emca bikem mesref
keme daẍim meger ḧesret minî dana bekem mesref
le yek cwê her yekî nezmê denałê îstîxwanî min
le hîcrana eger bikirê wekû ney pareyî qef qef
ewî bezmî minî şêwanduwe bê destîye xełqe
be yek dest nadrê çibkem le tepłî serim û singî def
feřeng wez’îyetî ḧerbî le mujgan û birot wergirt
ke mîr’ała dekêşê seyf û ’esker muntezem sef sef
xuda ger zû neka îslaḧî seyîd sûnnîy mezłûm
wekû şî’e le daxa hełdeken damen le şetim û řef
eger serfî nezer nekirê leber ew şehsiwarey wa
le mî’raca nema quwey emîn û pêşî kewt řef řef
felek çerxî be keyfî êmeda em def’eye yaran
ke canan bote saqî saẍîrî hênawete ser kef
suleyman key suleymanî wekû şêx kirduwe ḧemdîNasnava edebî
le cêy belqîse amey nezhet û wisuwe le cêy asef