min leser tom kirduwe îqlîmî dił cana fîraẍ
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
1375 Dîtin
min leser tom kirduwe îqlîmî dił cana fîraẍ
keyfî xote to îtir deykey be kułxen ya be baẍ
řûmetit derkewt le beynî berqî herdû zilifta
wek le naw beḧrî syada gewherêkî şewçiraẍ
şêrî bêşey ’eşqe dił seyrî be yadî xałî to
wek piłing yekser wicûdî kirduwe piłpił be daẍ
murẍî dił tirsa le bazî ẍemze herwek hełfiřî
bextî řeş bû kewte dawî zilfewe wek çingî zaẍ
çaweřêm gerdê le koyî yarewe bînê seba
çawî pê hełhênim û pêşî mu’etter kem demaẍ
bo şikanî dił delîlî kafîye firmêskî xwên
nařjê mey ger le baxeł danrê mînayî saẍ
şêx le keçkarî nekewtiwe małî geçkarî deka
řûy debê ya řeb beçî hengamî mirdinda swaẍ
min ke sermestî nîgahî çawî mestî nazî tom
her xumare û derdî ser bo min meye û cam û eyaẍ
wêł û sergerdanî wadî ’eşqe mecnûnane dił
ta neçête koyî leyla nakirê ḧemdîNasnava edebî soraẍ