le basî kewsera bo min îşarey çawî kird wa’îz
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
460 Dîtin
le basî kewsera bo min îşarey çawî kird wa’îz
qyasî mey çi ẍeddare be çořê awî kird wa’îz
dyare dozexî hergîz le basî xuldî xoş nayê
ke basî cennetim kird çon bizane nawî kird wa’îz
witî derken le dił sewdayî perçem ’erşî řeḧmane
becê bû ew qisey emma xeyałî xawî kird wa’îz
kitêbî we’zekey bû daydiřî lew wexteda baqił
ke bo kifnî geda basî cewazî cawî kird wa’îz
leser çî axo damabê feqîre boye wa emşew
beyanî xêrî def’î ḧacetî damawî kird wa’îz
witî axir zemane boye bawe kuştin û tałan
bełê bê destełate boye bend û bawî kird wa’îz
be řûtî wa’îza dyare ke dinya hatûçoyêke
cîhanî ḧemdîNasnava edebî ta meḧşer be yek hengawî kird wa’îz