ta leser řû dernekewt asarî şerḧ û xał û xet

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  475 Dîtin
ta leser řû dernekewt asarî şerḧ û xał û xet
nemdezanî boçîye tertîbî îmla û xetit û met
xałî ser kułimit bedem bêne hełî bigirim dexîl
nek le me’nada bigořê metnekey nuqtey ẍełet
malîkî beřřeyn û beḧreynim le sayey eşkewe
wek furat û dîcle lafawî sirişkim bûne şet
hênde muştaqim be dîdarit le ’umrêka demê
bêt û netbînim îtir wa têdegem nemdîwî qet
kuşteyî ẍemzey nîgahe ḧemdîNasnava edebî keşfî boçîye
cê demî xencer nîye zexmî cigergahî feqet