dû řeqîbî bû ke ’aşiq xwênî kewtote belaş

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  300 Dîtin
dû řeqîbî bû ke ’aşiq xwênî kewtote belaş
ew seg û gurge xudaya qet neben hełmet belaş
ey şehîdan abřûy ehlî miḧebbet ba neçê
lem mesafî ’eşqeda bimirin bisûtên bê telaş
wa beser textî hewawe wek suleyman ’aşiqit
tacdare her kesê sûta wekû pûş û pełaş
ey senem awêneyî řûmet nîşanî xor mede
nek becarê giř le gerdûn ber bida ’eksî celaş
kone modey bext û talî’ wextî se’î û koşşe
bawî şebqe û lapçîne win buwe teple û kełaş
lał û keř bê ḧemdîNasnava edebî her kes nay û ’ûdî des kewê
ger le dengî xutbe gwê bigrî le bangî esselaş