seyrî nûrî bade bote meş’elî řûmet firûz

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  510 Dîtin
seyrî nûrî bade bote meş’elî řûmet firûz
awî řûte agirî řûtî ke xistote birûz
gerdinî mînayî mey derxen milî zahîd şikê
cûle cûlî xist be ’alem hênde kirdî naz û nûz
małe pîtkênê ’eceb teswîrî karî xełq deka
her be tałan kirdinî małane małî bote çûz
’eqłî ’alem wa le çawa derneçû lerzim le sik
arezûme çunke wek şîşe sehołî paw û pûz
kew be kew de’wet deka seyyadî ’arîf bîgrê
boye dinya her deçête baxełî saḧêb ’ecûz
bawkî mird yaxo wîsałî ’aşiqanî bîst řeqîb
şêt û sergerdan ke kewte nuze nuz û qûze qûz
mû şikaf ḧemdîNasnava edebî gedayanin enasin xełq be mû
dewłemend mûy řoşin û safe geda girj û girûz