beḧre neş’ey mey şepolêkî deka dił ẍerqî nûr
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
473 Dîtin
beḧre neş’ey mey şepolêkî deka dił ẍerqî nûr
xan û manî ’eqłî desûtênê be çawî berqî nûr
mey eger mey bêt û hîmmet hîmmetî pîrî muẍan
beḧir û beř yeksane bo meykeş ke daxa dełqî nûr
sozî ahim agirêkî kirdewe piř ka’înat
aferim bo qudretî ’eşqim ke kirdî xełqî nûr
řişteyêkî kirde gerdin subḧewe şew piř le şewq
her wekû zilfî nîgarim mil milî kird tewqî nûr
ger le menzîl bêteder ew şoxe yek şew bê nîqab
mang eger awa nebûbê fêr ebê bo sewqî nûr
ẍeyrî perwane diroye kes nełê min ’aşiqim
şertî sûtane ke kirdî îxtyarî ’eşqî nûr
ta nesûtawî dehênî xor le bazařî cîhan
her sibeynêye be cîlwe yar ke bîda şewqî nûr
nûr eger şem’î şebistane eger xurşîd û mah
pirtewî řuxsarî yarî ḧemdîNasnava edebî ye ma fewqî nûr