to wekû xor ta nexeyte ser serînit ser be naz
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
709 Dîtin
to wekû xor ta nexeyte ser serînit ser be naz
bedrî kamîl lem kele ser nayenête der be naz
metłe’î xor mîslî cebhet ba hełênî řojî řût
hełdehênê mîslî çawit axo dû exter be naz
ger seba bîbate çîn bonî serî zilifit dexen
ahuyî seḧra û ’ûd û mîşk û ’enber ber be naz
řûmetit dû xîsletî têdaye wek guł ateşî
çon be perwane û be bulbul řiştî bał û peř be naz
ẍeyrî çawit kê le małî ke’beda bîstûyetî
mest û huşyarî bikêşin řûbeřû xencer be naz
naxuda ew řoje ḧałî bû kira seddulbeḧir
çaweket girtî le deryay ḧusnita lenger be naz
seyrî î’cazî zilf ken ya eka şeqqulqemer
ya eda demdem le saqî gerdinî kafir be naz
ḧemdîNasnava edebî ew şoxe serapa naze wextê meylî bê
wa deda řewneq be teb’î naskî şa’îr be naz