weh çi xoşe bibîte beḧrî beř

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  552 Dîtin
weh çi xoşe bibîte beḧrî beř
bełke êmeş bikeyn demî leb teř
kîmyager bwaye kuřřeyî erz
destî êmeş dekewt nimûney zeř
saye naxate ser serî ’arîf
ger huma asmanî bê şehpeř
ger bisûtê diłî be ḧałim şem’
bałî mêşî lê debête bay seřseř
xêrî beşrayewe îtir dinya
çî tyaye be ẍeyrî fîtne û şeř
bêłî biřwa mîsalî ger çake
ke le jêryaye espî wek eşqeř
bû ’elî serfî kird ḧeyat û ke çî
bo qîlê kewtuwete ’îlmî ceř
karî bê karîye ke wa ḧemdîNasnava edebî
kewtuwete qisey weha bê feř