pêy beserda qet menên namerd be ’îziz û şane erz

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  1842 Dîtin
pêy beserda qet menên namerd be ’îziz û şane erz
xakekey pakî ẍubarî meqdemî canane erz
ferşî řengînî gułistan řeşkî gułzarî cînan
gewherî deryayî sun’î ḧezretî yezdane erz
dem be dem bo ḧałî ’alem dête coş û giryewe
eşkî sûr û swêrî beḧrî eḧmer û ’ummane erz
dîm yenardaẍî witim bê şik sikî sûta be min
maderêkî muşfîqe lutfî legeł însane erz
cûdî ḧatem bote efsane le ’alemda keçî
luqme nanêkî bewîş dawe leser em xwane erz
asman û mang û řoj û encumim dî têgeyîm
saḧbî xeyme û sera û şem’î awêzane erz
herçî dił meylî deka herçî nefis lazmyetî
ḧazre bo çî îtir kufre biłêm řîzwane erz
geh serî wek kone poşî sewze şaxî muddetê
wek murîdî neqşibendî serispî bendane erz
bem hemû ’eybanewe xełqî ke eçne małekey
eygirête baweşî xoy ew hemû ’eybane erz
ew hemû bê şe’nîye degrî leser şanî keçî
têk neçû emma le ḧîrsa dem be dem lerzane erz
ger le seqfî gunbedî eflakewe seyrî bikey
sabît û dewrane saf û hem xiře hem pane erz
derdexa ecnasî eşya ẍa’îbîşyan her deka
çend diłî me’mûre ya řeb małî çend wêrane erz
zubdeyî ewladî fexrî enbya bo kem bû boy
ka’înatî ser be ser bo kird beyek kaşane erz
asmanî kird be seqif û encumî bo kird be mêx
kehkeşanî kird be taqî pêşî ew eywane erz
ew mehey çunke le diłdaye leber çawî nîye
beḧrî eşkî carîye emma diłî xendane erz
ew deme bote zyaretgahî efwacî melek
lêwî geyye pêy û destî geyye ew damane erz
her debû bimzanyaye quwetî ew řoḧeye
sîqletî bem zorîye westawî bê bunyane erz
ḧemdîNasnava edebî lade lem ḧîsabe kafîye bo têgeyîw
menbe’î kullî şitêke mensebî hemuwane erz