qet meke şekwe le řeftarî keçî eflakî pîr

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  449 Dîtin
qet meke şekwe le řeftarî keçî eflakî pîr
menzîlî dûre hedef her kurt dehênê dyare tîr
teng řuzî ney birader teng zerfî min dełêm
şekwebazî her dekey tacîş leser nêy wek emîr
’eqłî xot û eẍnyayan seyr ekeyt û ca dełêy
asman kewden periste û asman sufle pezîr
ger be řûy toda biçerxê xo be kewden derdeçê
bo dekey şekwe leber ’eqłe ke kirdûtî feqîr
qîsmetî ’aqił be min bê kafîye nanêkî co
çunke pêxorêke mîslî her nîye ’eqłî debîr
eḧmeqî nadan feqîre xo legeł gagel deçê
asman çerxî neda bîkate sułtan û wezîr
îttîfaqî qewme deyka îstîlayî řûy zemîn
seyrî ken nûsî le erza em qise pûşî ḧesîr
meyxere dem dem be xełwet ew qise bo gwêt kira
ba be hatûço zimanit dûjmine nekirê xebîr
muqtezay ’eqłe ke bigrî destî uftadey bira
dujminîş bê xo ewîş bo to debête destigîr
ḧez dekem ebnayî ’esirim şil kutim ken da’îma
nanewa zorî neşêlê key debê puxte hewîr
wek xeyate pêç nedey lem destigahî dehreda
zeḧmete yahû bipoşî bergî mumtazî ḧerîr
nan û awî naye ber seyf û qełem ’esrî cedîd
nanî bird nûkî qełem awîş niraye lêwî şîr
min leber pêşeng lemewla hełdesim çunke dełên
xergele dûkewtine ’înwanî eşxasî kebîr
em kîbarane sîẍarin ḧemdîNasnava edebî erbabî feził
lazme perwerdeyan ken her wekû tîflî be şîr