ke ser řuxsarî dagîrsawî na egrîceyî wek ’ûd

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  444 Dîtin
ke ser řuxsarî dagîrsawî na egrîceyî wek ’ûd
leser mecmer xeyałî mîşkî çînî kirde der wek dûd
çi perwame ke meḧrûmim le çaw daẍêkî dił besme
kewakîb ba le gerdûna nemînê xor ke bû mewcûd
řuwa wek mû le çawimda umêdî dîdenî îḧsan
wekû xełq asmanîş êste neymawe serî mû cûd
le dinya ey nefis axirte lade wadeyî ’eşqe
fîraqî wesłe giryey xendeye yekser zyanî sûd
le sayey yarewe çend xoşe bezmî ’alemî êsta
le tepłî ser deden be’zê deden qîsmê le singî řûd
be xwênî cergî xom min tuşnem û canan be xwênî min
be qewlî wa’îz em dwane le ’isyan wek yekin me’dûd
ḧîsabî ḧusnî exlaqî eyazim bo meken yaran
ke muştaqin be xwênî cergî yaran da’îma meḧmûd
çiraẍî meclîsî řendane ḧemdîNasnava edebî wa dezanim yar
ke bo xełqe şu’a’î sêberî bo xoyetî memdûd