bo diłim let let nebêt û bo neçê ’umirim be bad

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  660 Dîtin
bo diłim let let nebêt û bo neçê ’umirim be bad
min perêşanî zilf bim şaneyî şimşad şad
manî teswîrî nîgarî min dezanî ke deka
qursî řojî des kewê emma le zilfî şew mîdad
ta leser cebhey bimînê perçemî řojim nîye
kazîbe ew subḧe tenwîrî neka qelbî sewad
ḧałî tecrîdî mesîḧa êste derkewt mu’cîze
nefsî pêẍember deka meḧcûbî xalîq bed nejad
înqilab awa debê cemşîde êste baẍeban
baẍewanî nadenê xełqîş be ewladî qubad
madeyî miftaḧî derîçeyî me’newyate bira
xwa le to ’aciz nebê ’aciz le to nabin ’îbad
ehlî îslam û mucahîd wa ke dekujin yektirî
xozge demzanî emane kameyan deyken cîhad
zîlle şekwe ḧemdîNasnava edebî dyare layqî şe’init nîye
bo besezmananî qewme ger biken feryad û dad