le gułşen laleyêkî dî diłim daẍî diłî pişkût
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
751 Dîtin
le gułşen laleyêkî dî diłim daẍî diłî pişkût
witî em lale şîrîne be ferhadim eka zû cût
leser hêlkey qemer sîmurẍî gerdûn kiř kewê bełke
hełênê bêçuwe řojêkî munewwertir le řojî řût
le ordûy selim û tûrî wek xet û xałit çi perwame
ke ebrot piştîwanim bê ke des pêçim bibê wek mût
ke her řeḧmî bizût bimxate baweş dayeyî xakim
legeł textî suleymanî îtir ferqî çîye tabût
hetakey em çił û çoye û gilarawet debê ey dił
xuda her xoy dezanê çende bêzarim le xot û xût
be dinyaxwaz eger řazî nebûbî bo çî řût daye
eger řazî bûbî dinya legeł şût besye şatu şût
be şeř hatûn leser maçî demî tîẍit hemû ’uzûm
le qapî ḧemdîNasnava edebî westawe leser ew we’deyey fermût