hemû fîtney zemane kewte goşey çawî fettanit

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  920 Dîtin
hemû fîtney zemane kewte goşey çawî fettanit
bełê aşfiteye ’alem leber zilfî perêşanit
ḧewałey hîmmetî saqî meke řeḧimit bibê tuxwa
ke lêwane le neş’ey saẍîrî yaqûtî lêwanit
şewî bê to be qed sałêke, sałêke şewe bê to
wekû řojê le meẍrîb bête der bê bibme qurbanit
’ezab û řeḧmet û derdî serî min arezûy toye
lelam waye be řesmî dilberî ferze leser şanit
be ’eybî damenê nałe û fîẍanî ḧemdîNasnava edebî têfkire
ke çende tîj û xwênřêje sewadî nûkî mujganit