bo gedayanyan becê hêşt padşahan tac û text
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
558 Dîtin
bo gedayanyan becê hêşt padşahan tac û text
asman bo pare wek seḧra deken yekbare text
min le bextim şekwe nakem ew le min şekwe neka
ew dûçarî min buwe bê çareye bed bexte bext
bem şerarey kûreyey min elbete detwayewe
berd bwaye ger diłî ew şoxe ya połayî sext
memdene destî řeqîb û bimkujin êwe û xuda
let letim ken bimxene ber ew segane next next
sed çiroy kird her yekî bû mîweyê darî emel
boye bêber mayewe yek mîweye ḧeqqî dirext
mujde bê boy řojî xot ḧemdîNasnava edebî geřa boy dêtewe
dilberit bo kuştinit teşrîfî hênawe be cext