wekû řostem ke dêwî kird be tîẍ û zorî bazû let

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  591 Dîtin
wekû řostem ke dêwî kird be tîẍ û zorî bazû let
be şimşêrî ziman deykem řeqîbî le’netî zû let
nema řêy munkîranî mu’cîzî şeqqulqemer elḧeq
ke kirdî qursî mahî řûmetî canane ebro let
teqazay muşkafî têz fehmane cefayî çerx
ke tîjî destî çerxe tîẍ eger bîka serî mû let
le zamî dił şemîmî awî tîrit hat ke wamzanî
şika mînayî řoḧî guł kira ya nafî ahû let
le bê temkînîye pêwendî ulfet ’aqłî let ka
legeł dêwaneyî naka ke dił yek tarî gêsû let
diłî gewre û biçûkî ’aşiqanit bo çî deşkênî
bînay ulfet deřûxênî ke bîkey dar û perdû let
werin bîbeyne ser ’umrê be basî zilfî ew şoxe
eger çî nakirê basî be ’umrî nûḧewe dû let
’ebes ḧemdîNasnava edebî le tewqî załmî serwî denałênê
be meḧzûnî ke naka tewqî mil qumrî be kûkû let