xełwete meclîs zemanî şewqe sa lade nîqab

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  465 Dîtin
xełwete meclîs zemanî şewqe sa lade nîqab
ḧeyfe tuxwa ba le jêr hewra nemînê aftab
dadegîrsê kułmî wek agir be nûrî abî mey
quř beser min na’îlacim çon nesûtêm wek kebab
mestî neş’ey ḧusne tirs û pirsî hergîz bo nîye
mutme’înne wek su’alî lê neken řojî ḧîsab
zeḧmetî dawim cehennem gerdinî aza dekem
ta nebînê řoḧekem řojî ceza êşî ’ezab
min bebê to wek şewî hîcrane řojî cejnekem
ba le baxełma binîşê şems û hełbê mahtab
axrî şamî fîraqit ewwelî ’umrî mine
her şewe hêşta beser çû wa hemû ’umrî şebab
tepłî ser dengî nemawe sîne her wek def diřa
zilfekanit kewte çingim deykeme ’ûd û řubab
qet le ulfet men’î ḧemdîNasnava edebî nasîḧî ’aqił deka
em terîqe piř le mellaye û le sofî û şêx û şab