newek carê hezar carê dekem em cejne pîrozit

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  633 Dîtin
newek carê hezar carê dekem em cejne pîrozit
îlahî kullî şamêkit bibête subḧî newrozit
ke dête pêkenîn lêwî birînim bo demî tîẍit
le çawî bed be dûr bê nayełê mujganî diłdozit
wehamzanî ke çeşmey awî ḧeywane ke demtim dî
le perdey zułmetî zilfa be şewqî kułmî efrozit
sikim sûta be xom ’umrî cwanîm hatewe xatir
ke hełgîrsa çiraẍî dił be nûrî ’eşqî piř sozit
le nîsbet mewqî’aye dayma xasîyetî eşya
mufeřke damenî dilber wekû berdî şexis tozit
le xełq û xwa netirsay herçî meylit bû řeqîb kirdit
bese şerimit bibê emca le zilf û řîşî řeş bozit
syeh bextin ewaney řojyan kewtote des załim
hewaxwahî zilf ḧemdîNasnava edebî nebî bo çî řeşe řojit