bo ḧałî min dîsanewe şîwen deka hewa

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  838 Dîtin
bo ḧałî min dîsanewe şîwen deka hewa
naçê ke ahî nîweşewî kes biba hewa
ger tê geyştûyî wekû ẍunçe bibeste dem
wek guł ke xende meylte ’eqiłit bike dewa
qatîl be ḧałî axîretî to esef eka
kuşte ke dest û pê be yekada eger kewa
zułimit ke lê biken le kinit îltîfate ger
załim řezam be xełqî bibîne zułim řewa
neyjen neyt fiřêde demê gwê le min bigre
layq be bê newaye meqamatî bê newa
her xake çawî birsîy şêxim ke piř bika
adem zemînî nebî çîye bibřê beqed kewa
bo serbiřîn ke dêt û demîşim le dem denê
nazanî ’eybe pêy biłê ḧemdîNasnava edebî newa û newa