çînî serî zilifit buwete fîtne le çîna
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
1054 Dîtin
çînî serî zilifit buwete fîtne le çîna
ẍaretgire çawit le bîladî dił û dîna
nebřayewe em şîne le sîne ke deka dił
bew cîlweyî řuxsare were bîke be sîna
mîna û ḧecerul’eswed û zemzem ḧecî xełqe
min maçî dem û xałî leb û gerdinî mîna
îksîre meger xwênî sirişkî şewî ’aşiq
ew berde deka her be le’il wa le serîna
ew nawkî mujgane be kil boye deřêjê
sařêjî bika her keřetê çû be birîna
me’lûme ledayk ke debin ehlî muḧîbbet
firmêskî be lêşawe legeł ahî ḧezîna
nazim be celal û ḧîşemit mîslî suleyman
wek dêwe řeqîbit ke le jêr ḧukmî nigîna
cana mebere hemdemî însanî bed endêş
weḧşet ke deken ehlî muḧîbbet be qerîna
ḧemdîNasnava edebî be edeb yadî bike nawî nebey qet
casûsî ewe çunke diłit wa le kemîna