çi perwame ke ew weḧşî ẍezale bê wefayî ka
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
689 Dîtin
çi perwame ke ew weḧşî ẍezale bê wefayî ka
xeyałî nebuwe her nîşe legeł kes aşnayî ka
be peř bazî wekû perwane bo sûtin neçim çibkem
benûrî abî mey kułmî ke hełgîrsê û çirayî ka
heta řojî qyamet řêy le qesrî nakewê qeyser
le kûçey ’eşqida řêgey biden şahê gedayî ka
deba her ẍerqî deryayî esef bê keştîy ’umirim
xuda bê ger be meylî naxuda ka û naxudayî ka
mîsalî kewkebî îqbalî min bê şewq ebin xuban
le afaqî ḧusnida ew mehe ger xudnumayî ka
heta destî debê bo tefre lêy laden cenabî şêx
nwêjî ser ḧesîrî borya ya bo řyayî ka
heta dawênî îqbale řefîqî ehlî em ’esre
diłîş wa tê degem ḧemdîNasnava edebî lewesła mał cyayî ka