debê ehlî beser ferqî giłî berpêt le kił çîbka
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
864 Dîtin
debê ehlî beser ferqî giłî berpêt le kił çî bika
le řûta ẍeyrî zem bulbul debê te’rîfî guł çî bika
ke ew serwe be nûrî mey le gułşen kułmî dagîrsa
ke guł řengî le řû nebřê nesûtê boy çiqił çî bika
eger ew şoxe yekdem dem be xende řû le gułşen ka
le şerma ẍunçe ger ’ewdet nekate betnî çił çî bika
were zahîd bibîne meş’elî ḧusnî cemałî yar
be ẍeyrî mezhebî ateş peristî fermû dił çî bika
le bazařî muḧîbbet mişterî lew mahe ḧeyranin
řewacî ḧezretî yûsif ke kemtir bê le qul çî bika
le bergî ’arye mecnûn ke ’arî bû be leylay wit
debê azade serwî gułşenî ’eşqit le cil çî bika
hemû ’alem ke sergermî qedeḧ bazî meyn ḧemdîNasnava edebî
le hajey seylî firmêsk û le giryanî be kuł çî bika