be mensûr û qelender qet ebin eskender û dara

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  785 Dîtin
be mensûr û qelender qet ebin eskender û dara
be naḧeq ba biken xoyan le ’alemda beser dara
leser şaxî gułê em mesre’ey tîkirar exund bulbul
be xendey ẍunçe qet nabê bikem baweř leser para
le burcêkî buxara cîlweyî da mîslî meh şahê
newek her bo buxara bû buwe řojî cîhan ara
beyek lem’e le afaqî be carê kirde der zułmet
le diłda her be řaburdin nemabû quwetîş yara
gedayî kuçeyî ulfet ke neybuwe qîsmetî şahan
be naçarî leser textî cedelyane le naw şara
ke basî mûyekim pirsî demî lêk kirdewe şane
nesîbî dostanim bê cîhanî ’enberî sara
řeqîb ger ’eqłî bibwaye dekewte şwênî ew şoxe
degeyye řutbey însanî legeł yaran leber ẍara
bebê lutfî mezanin řû le ḧemdîNasnava edebî ger neka ḧeqîye
nezaket manî’e bo guł ke têkeł bê legeł xara