sêberit em ’esre darîda be řoḧî ’er’era

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  713 Dîtin
sêberit em ’esre darîda be řoḧî ’er’era
secdeyî şukirî ke pê bird kewt beser tewqî sera
xor le tabî şewqî mehřuxsarî min kullî şewê
çawî hełnaye le berta wa le cêgey sêbera
badenoşanî sebûkeş sehle ger hîmmet biken
her le durdî camî mey quř den be çawî kewsera
xaksarêkî wekû min çon degate qapî yê
bo celal û şewkete ḧelqey le gwêçkey qeysera
şexsî saḧêb nî’mete me’rûzî fîtney řozgar
baẍeban naçê begij dar û dirextî bê bera
bê te’emmul zeḧmete dozînewey řêgey necat
naxuda em mesre’ey nûsî le gêjî lengera
agirêkî kirdewe ḧusinit le seḧray ulfeta
bo ḧesûdan řenge dozex bê le řojî meḧşera
ḧukmî şest tîrî heye bo dił nîgahî çawî mest
tîr be şwên tîra deka neşter be şwênî neştera
min hezar def’e biłêm zeḧmet yekê baweř deka
řoje wek ełmasî piřłante le pencey extera
ḧemdîNasnava edebî sewdayî çilonî wa le jêr serda serit
nawî ew şoxe denûsê şew le xiştî jêr sera