cwênî tałî yar le zewqa mezzeyî şîrîn eda

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  884 Dîtin
cwênî tałî yar le zewqa mezzeyî şîrîn eda
kohken key em qerare bo qisey şîrîn eda
cîlwebazî emşewey bo kuştinî nefsî mine
xor emende şu’le bo gum kirdinî perwîn eda
min be dinya nagem û dînîş le destim derçuwe
her be umêdî wîsałî dilberim teskîn eda
zemzemey em nîweřoye subḧî meḧşer nîsbete
yare tertîbatî kuştin bo minî miskîn eda
to dezanî lem xelada teqłedanî ba çîye
mil şikawe dem le basî perçemî muşkîn eda
çawî min êwe be saẍî dadenên kwêrî zelîl
tecrebey xakî derîka quweyî bînîn eda
dujminî řêgey miḧebbet canfîdaye mîslî dost
kufrî zilfe mû be mû bo min ke şerḧî dîn eda
ḧazrî nwêjî şehîdî ’eşqî ton fewcî melek
bo mubarek badî menzil řê be me’mûrîn eda
kuştinî ḧemdîNasnava edebî becêye to eger ’aciz nebî
bo şehadet ’erz û ḧałî bo cilî xwênîn eda