diłim kun kun buwe lazim deka bikirê ke şeq şeq ca

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  803 Dîtin
diłim kun kun buwe lazim deka bikirê ke şeq şeq ca
fîday mujgan û ebrotim nîgahî çawî ebłeq ca
be yadî turkî mestî nazewe, nazî řeqîb xoşe
ke feř û dewłetî bałî humaman bote leqleq ca
leser îḧsanî şahan û kemałî têgeyştiwana
were binwařere destî geda û tewrî eḧmeq ca
qisey mensûr ke dinyay girt be ḧeq kirdin be dara bû
lejêr dara ke kuştin bê qyamet gîre naḧeq ca
zemane sefḧeyî cah û celal û qedrî wergîra
mudara ken be teḧqîr û be tecrîm û be nesteq ca
be me’na î’tîrazit bû le keşfî ’arîfan ey dił
leberçî bûy be cam êste bebê me’nayî mutłeq ca
be eḧwałî zeman ḧemdîNasnava edebî weha çake ke řazî bî
eger řazî nebî ḧazir bibe bo nîwe şew teq ca