dezanim qatiłim kêye çi ḧeqqêkim beser towe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  457 Dîtin
dezanim qatiłim kêye çi ḧeqqêkim beser towe
ewe xwênî diłe detkê be birjang û be ebrowe
be bonî xist diłim zilfî ke ba hênaye ser kułmî
be carê komełê ’enber wekû bixrête pişkowe
le şermî xałî jêr perçem wenewşe gerdinî keç kird
wekû mucrîm xizaye sêberî bin bałî şewbowe
be dewrey memkewe ḧełqey serî zilfî temaşa ken
dełêy goçanî ’ûdî xiste zîwî safî wek gowe
be curmî ’eşq eger ḧakim serim bibřê minetbarim
weger ne tû xuda fermû gunahim kwa be estowe
diřk ẍunçey le destaye le řojêkî le çił derçû
bełê gułřû bedaym wa bedes însanî bedgowe
le awî zîndegî sehba û qursî řûy beçe çibka
diłî sofî ke daym wa belay dû xepleyî cowe
lekin erbabî dił wextî şehadet ewwełî ’umre
ke mird ḧemdîNasnava edebî biken şadî benawî şîn û řořowe