nazî gerdûn bo dekêşim ew be řojî řûtewe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  476 Dîtin
nazî gerdûn bo dekêşim ew be řojî řûtewe
min be mahî nexşebêkî şu’leder wek řûtewe
ber dexa ahûy xuten bo nafeyêkî mîşk bo
’enberî sara firoşim min le sayey mûtewe
taqî ebrotim murade řû le qîblem bo nwêj
ehlî quble çî beser mîḧrabî taq û cûtewe
ta qyamet min minetbarî ẍemî hîcranî tom
ew dexom û ’amîyane nîm betengî qûtewe
bo gedayî koyî canan sełtenet her mirdine
ger xuda řeḧmî le dił nê bê letek tabûtewe
’eşqî şîrînit bibê ’aşiq legeł em zu’feda
kohkendêkî çi ḧeqqit to beser bazûtewe
dilberit řoyî řeqîbî kewte dû xakit beser
ḧemdîNasnava edebî binwaře segêke wa bedûy ahûtewe