le parsengî gedayanî ’eşqida şa nîye sûke

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  495 Dîtin
le parsengî gedayanî ’eşqida şa nîye sûke
min û řûy yar, ew û parey diłî miskînî meflûke
diłim bo wek nigîn şeq şeq nebê textî suleymanî
ledes bext nesirda bê biłên tabî’ be kerkûke
be çawî mestî canan nêrgisî şehla deşubhênin
ke badam û nuqił key qabîlî tetbîqî xiřnûke
ke seyrî tewrî dinyaxwazekanim kird witim yařeb
ke zawa bin emane way be ḧałî bûk û berbûke
be gwêy min ger bika sofî dexate piştî gwêy řîşî
ke êre cennete cêy kakol û řuxsarî bê tûke
ziřey zincîr û nałey piř le te’sîrî le dił hełsa
çîye sûçî le zîndana dîsan meḧbûs û metrûke
witûye ḧemdîNasnava edebî kuştey ẍemzeme bo gerdin azayî
le mirdinya deçim aman ecel herçî dekey zûke