tîrî birjangî lelam waye sehil dił hełdirê
pênc xiştekî leser şî’rî kurdî
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
2 Xulek
702 Dîtin
tîrî birjangî lelam waye sehil dił hełdirê
bendî cerg û řişteyî sebir û teḧemmûl bipçiřê
baz be çawî cwanewe řenge le şerma hełfiřê
«lawî qed lawlawî min ger bê benaz çaw hełbiřê
wa dezanim şêx le min zûtir le îman wergeřê»
lem girohî şêxe zaten kirdibûm zûtir wîda’
çunke demzanî be ḧîle demxene ser řêy tema’
tekye enwa’î desîsey tyaye fabrîqey meta’
«řojê bê cam kird û satê çûme lay şêx bo sema’
wek kuze kemtyarî pê bê sa’eten laydam le řê»
’umrî xełqyan her be we’dey hîç pûç dawe be bad
ḧîretim bem tefredane bo ebin memnûn û şad
dwênê ya birsî buwe neymawe xercî aw û zad
«wa’îz emřo hem dîsan ḧełwaxorî kewtote yad
nek le řêget la bida gwê megre lêy ba hełtiřê»
fîkir û zîkirim yare me’lûme le ’alem řoz û şeb
ger kifir nebwaye emut eyperistim mîslî řeb
çî biłêm cuz’î tebî’etye bebê bûnî sebeb
«baz řeqîb destî be fîşał kirdewe wek bay ẍezeb
boyeka emşew le bezmî yar çiray min nageřê»
nîyetî to xêre ba ’alem bizanê ’amîlî
bimkujî emca leserçî tuxwa to matelî
wahîme girtûtî yaxo her be fikirî batîlî
«xwênî min bo şwên winê desřî be pencey qatîlî
wexte xoy enguştinuma ka lêy geřên ba bîsřî»
xełqî jînyan metłebe bo keyf û seyranî cîhan
arezûm ne jyane min ta biçme řîzî ’aşiqan
’aşiqanî çunke kuştuwe mamewe min bo nîşan
«tîẍ be milma dênê be diro pêm dełê nabřê quban
tîẍî ew debřê beła haware bextim nabřê»
tuxwa «ḧemdîNasnava edebî» be ẍeyrî meykede bo kwê çuyî
’aşiqî meyxiware nabê kirdibêtî bedxuyî
kifir û îman bas ekey netmawe meylî kem duyî
«way dezanî naske ser çawî «kurdîNasnava edebî» pay nena
wa be pa xoşe buwe bîşîkutin dernapeřê»