saqî were mestane bide came şerabê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  1113 Dîtin
saqî were mestane bide came şerabê
yek luqme kebabê
nêzîke ecel firsete ’umrêkî ke mabê
ba serfî sefa bê
camê bide peymaneşken bê be hemû dem
ta ’ehdî key û cem
xemrê bide bîda be hemû cur’e şebabê
neş’ey meyî nabê
binwaře ke dewrey min eda gunbedî eflak
wek kergesî ser lak
to ber lewe eyyamî beharim be şîta bê
bo bezmî şîtabê
sazîke nefis nobete sa sîne kemanê
ey pence çiẍanê
tarê le řegî řoḧ û leser dengî řubabê
nek neş’e řubabê
ḧorî nesebî xor leqebî mah nîşanî
mîwane zemanê
perwîne biřeqsêt û suheyle be sema bê
ta xeyme semabê
ẍaretgerî çînî beser û tuřře û perçem
ya cîsmî mutełsem
ah û nîgehî ’eynî ẍezalanî xeta bê
ya ’eynî xeta bê
ba camî cemim bê qedeḧ û abî beqa mey
saqî ḧetemî tey
nařazîye dił mumkîne ew wexte řeza bê
canane řeza bê
her neş’e leser neş’eyî her kame leser kam
her came leser cam
em ’esre esef ḧemdîNasnava edebî le deryayî ẍema bê
wek xor le tema bê