sêberî hîwa

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1513 Dîtin
tesadufen ke cwanît, cemalî bê wênet
beramberî nezerim nagehan tecessumî kird
leber ewey beşerêkim zebûnî dił, hełbet
ḧeqim bû perdeyî şerim û ḧeyam diřî, lam bird!
biřîme nexşî cemalit, bebê ḧezer le qiset
le herdû çawewe nûkî biłêseyî sewda
le wirditrînî demarim wekû pizîsk pija
teḧessusatî diłêkî peroş bo afret!
becoş û kuł, heyecan wa mwazeney têk dam
hemû merakîzî ḧîssim mezenne kewte ẍełet:
ke dîm le çawî bełekta telemmu’atî ẍeram
wekû birîske birîskî nicûmî şew derkewt
ke nîwe zerdexeney naz û ’îşweyî gerimit
be dirzî le’lewe girtî xetêkî mirwarî
ke hate gwêmewe dengit be neẍmeyî nerimit
witit: çi mifte temaşa be nirxî bê’arî!