jin

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1787 Dîtin
jine ke cîlweyî ḧusnî be ’îşq eka perwaz
jine ke quwet exate xeyałî řeqis engîz
jine muwellîdî ’îşq û jinîşe ’îşq newaz
jine ke tarî řubabî ḧeyat eka tehzîz!
semayî wasî’î dił ger le jin bikey xałî
tecellyatî beday’ ẍirûb eka, deycûr
beser semayî tehîda guşad eka bałî
le kewkebî emelit win ebê tebessumî nûr!
jine ke gewherî ser tacî îḧtîrame, jine:
be nûkî neşterî ełmasî tîjî ’îşq û ẍeram,
xutûtî qudsyetî ḧekkirawî qelbî mine!
be sîḧrî xarîqî jin piř qerîḧeme îlham;
le kuncî xatîrema ta jinêkî şox neka
perî sîfet be pelupoy cemalewe cîlwe
le kwê le setḧî zemîna, le sîneyî feleka,
ebête menbe’î şî’irim beday’î eşya?