hawarêk bo hestan

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 1 Xulek  623 Dîtin
bîruřay wişk ser řêy serkewt
giłmete û komeł çend car lêy hełkewt
xawenî fikirî wişkî hîç û pûç
zor xetakare û piř tawan û sûç
nek tenya bo xoy, bo gel dujmine
mêjû awêney em witey mine
zimanî zeman yek deng û yek soz
legeł zimanî quř’anî pîroz
herhawar deka binyadem heste
destî fikirî wişk le texte beste