gułî babirdû

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 1 Xulek  767 Dîtin
lekoşî asmana
le’asmanî jyana
perwînî bextyarîm
şemî şewî hejarîm
qîbleyî bîr û hoşim
sirwey diłî peroşim
wekû gelawêjî cwan
bûkî řazawey asman
piřşingî şengî hawîşt
pepûley arezû nîşt
le tasey kase piř bû
leşî pejare siřbû
giřî hîwam begirpe
diłî xistime xurpe
xurpey şadmanî
awatî kameranî
gijebay beła, bełam
ewen mołetî nedam
hat û gułî řifanim
tasey diłî tasanim
şanoy jyanî řeş kird
hestimî serbeheş kird
firmêskî geş be dizî
be ser gonema xizî
birûskeyêkî nwand
endamî leşmî sutand
herkewte xwarê nesrewt
weşwên gułî diłim kewt
diłî şadî tya mirdûm
gułî cwanî babirdûm