nîştimanim

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 2 Xulek  787 Dîtin
kurdistan, nîştimanî xawênim
şew wiřoj pêtewe deřawênim
xoşewîstîm kiřîwî, bo bayî
piř le gewher kirawe dawênim
***
ber beyanit beyanî îmane
şewezengit penay amane
temî şaxanî řeş le daxanit
metełokey jyanî kurdane
***
nîştiman çawekanî qendîlit
degrîn bokuřanî wa dîlit...
ke to kewtûy weha, twanayan
nye destê binêne jêr pîlit
***
lende gwêy girtuwe le bin asman
dełê peryan deken lewê basman
kurdekan řapeřn eger emçel
piştîwane xuday hemû asman
***
agirî, kêwî tase tasawit
agirîy agirîn widamawit
bang eka lêt ke berz ebê řojê
wek biłêsey derûnî min nawit
***
le çyay kwêstanî zenwêrit
xuřey awî xuřînk wihełdîrit
han eden bo xebat û têkoşan
lawekanî bwêr û nebwêrit
***
kuře kurdîkî bête meydanê
ser le pênawî nîştiman danê...
zînduwe her le yadî mêjûda
bîrî kes meylî ew kuře nanê
***
xefet widaxe aw giłî şî’irim
piřgiře boye wa diłî şî’irim
nîştimanim, fîdat minî şa’îr
pêşkeşî toy dekem gułî şî’irim