nîwnîgay diłdarî

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 2 Xulek  778 Dîtin
xuřey hełdêr, şimşałî şwan...
bo şî’rî cwan îlhamî xwan
çen be sozin, çen sîḧrawîn!!
laylayen bo korpey ewîn
***
wextê ke hat newrozî law...
zistanî xist le bendubaw
asman le swêy gułî gułşen
zamî cergî dête teşen
***
gelawêjî asmanî şîn
be piřşingî cwanî zêrîn...
be zerdey lêw, be pêkenîn
tîn exate diłî ewîn
***
demî beyan şiney şemał
diłî bê tîn dênête ḧał
wenewşey kiz le nêw tema
exate naw kořî sema
***
be pişt piştî qamkî siruşt,
katê ke xor piřşingî řişt...
zewî hemûy çi deşt çi kêw
bizey zêwînî dête lêw
***
be ahengî hewrî behar
firmêskî şadî dête xwar
leçawî asmanewe
bemujdeyî jyanewe
***
baran zewî dexemłênê
deştê hezar beheşt dênê
xor, bedyarî eda be kêw
gułî bizey gułdanî lêw
***
lekêw witel, deşt û çya
leser peřey guł ya gya...
çen nexşîne û çen cwan, awing
katê ke lêy eda piřşing!!
***
wirşe û tirîfey mangeşew
le sûçî dił eda piřtewe
exate naw agirî sûr
tase, meyl, hest û şu’ûr
***
ewane gişt edan be gyan
jyan bełam kamyan ...Teksta ne aşkira
wek nîwnîgay hî diłdarîn
awa le naxî dił karîn?!