yadî yarî dûr wiłat
Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
2 Xulek
1059 Dîtin
dîsan tarîkîy şewezeng
be bê xişpe, bê hest, bê deng
betwêy sîpałî xamoşî
gyandar û bê gyanî poşî
le çya sozey lawkî kuřan
legeł balorey kîj, biřan
xizane doł şwan legeł řan
pelewer westan le geřan
melî asman le fiřîn kewt
hawar her diłî min nesrewt!!
şew mat, bê deng, tenya kundêk
aram... le ser berzîy dundêk,
derdî diłî hełdeřêjê
heykelî matem enêjê
minîş minî xeyaławî
be diłpiřî be şêwawî
diłop diłop firmêskî sûr
wekû mûrûy sûrî bermûr
firmêskêkî germ û xawên
be xuř eřêjme ser dawên
carcar legeł xoma edwêm
pirsyar ekem, wełam ełêm:
erê tuxwa ey mał wêran
hawřazî komay estêran
bo nasrewî, danamirkêy?
wêłî kwêy û awarey kêy?
çon neçme naw gêjawî şîn?
çon neřêjim deryay esrîn?
gerdî bîrî diłî matim
nîşt le yarî dûr wiłatim
ewey demkut mêşkim, hestim
le pênawî ew ebestim
ew yarey wa xoşîm, mestîm
şadîm, le şî’ra teřdestîm
lew bû her ew bo gwêy gyan
eyxiwênd neẍmey xoşî jyan