payîz

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  3196 Dîtin
payîz! payîz!
bûkî pirç zerd!
min mat, to zîz:
herdû hawderd!
 
min firmêskim, to baranit;
min henasem, to bay sardit;
min xem, to hewrî giryanit,
dwayîy naye: dadim, dadit,
hergîz, hergîz,
payîz! payîz!
 
payîz! payîz!
şan û mil řût,
min mat, to zîz,
herdûkman cût
herçend guł sîs ebê bigrîyn
ałtûnî dar eřjê bigrîyn
polî bałdar efřê bigrîyn,
bigrîyn... bigrîyn... çawman nesřîyn,
hergîz, hergîz,
payîz! payîz!