eger merdî le dinyada sebukbar û qelender be

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  320 Dîtin
eger merdî le dinyada sebukbar û qelender be
řefîqî saqîyî sade û ḧerîqî cam û saẍer be
wekû zahîd xemî cennet mexo asûdexatir be
be teqrîrî ezel řazî bebê perwa le meḧşer be
hejarî û bê newayî şahîye wek xwace bo pare
mebe řîswayî dinya û ’aqîbet bê pûł û bê zeř be
kesê merde ke azarî diłî xełkî neda hergîz
ke celbî qelbî mirdum keyt biřo serdar û serwer be
eger ’aqił bî ’îlim û me’rîfet teḧsîl ekeyt wernê
ke şêt û cahîlît ’ewdałî ehlî qatir û ker be