ḧeyfe ger bêt û biłêm to gułî bax û çemenî

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  321 Dîtin
ḧeyfe ger bêt û biłêm: to gułî bax û çemenî
guł ebarê le demit katê ke to pê’ekenî
nirxî yekcarî şika qend û şekir lem şareda
xełkî katê ke dîyan dem guł û şîrîn suxenî
to be sił kirdin û westanewe û řakirdin
xot nîşan dawe ke kar’askî deştî xutenî
be biroy çeşnî kewan û be mujey wek tîrit
têgeyştim ke fełamûrzNava taybetêkî sef şikenî
aşkiram bes bike ey dił ke ebînî diłdar
hemû endamim elerzênêt le piř řa’eçenî