seba tuxwa biłê bew dilberî bê mezheb û dîne

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  416 Dîtin
seba tuxwa biłê bew dilberî bê mezheb û dîne
legełma bo çî da’îm ma’îlî cewr û cefa û qîne
le dawî perçemî ew şoxeda zeḧmet diłim derbê
serapa her şikenc û pêç û tab û ḧełqe û çîne
zemane meylî sarde ger legełma min nîye bakim
şukur yarim legełma meylî wek germayî hawîne
gutim: bo çî lîbast şîne şoxî mehcebîn fermiwî
meger nazanî mangî asmanîş bergî wa şîne!
eken teşbîhî řûyî to be řoj em xełke nazanin
leber kem famîye teşbîhî bê ’eqłan be texmîne
qisey ’eşqî min û to dastanêke nîye wêney
newek mecnûn û leylaye newek ferhad û şîrîne