hemîşe teb’î topêy xoşe gyane merdim azarî
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
426 Dîtin
hemîşe teb’î topêy xoşe gyane merdim azarî
le lam waye le dînî êweda başe gunehkarî
le çawma ta sibeynê xew ebestê mat û sersamim
ke çawî mestî nazit çon ezanê ’îlmî seḧḧarî
be eblem têmege ey gyanî şîrînim ke ser xoşim
be yadî çawî mestî toye bêzarim le hoşyarî
diłim ew çawe bîmarane birdûye be ’îşwe û fen
le saẍî boye xoşim naye her pêm xoşe bîmarî
gunehkarim etirsim xwênî pîsim cewherit bigrê
bese ey tîẍî ebroy ḧezretî meḧbûbe xwênxiwarî
qusûrit çî le yaran dîwe to ey şoxî bê mirwet
ke bêzarî le yar û da’îme ma’îl be eẍyarî!
diłî ew şoxe berde asne te’sîrî lê naka
kemalîNasnava edebî besye bes şor û fuẍan û girye û zarî