serêk bo weten nebêt tûşî derd
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
455 Dîtin
serêk bo weten nebêt tûşî derd
wekû şêt neka meylî kej û herd
xoy neka tûşî zamî derd û berd
ta weten derka le destî namerd
ew sere yaxwa bestey fîtrak bê
be berdebazî ser řêy napak bê
diłêk bo berzî weten neda coş
hemîşe neyka fîkir û bîr û hoş
be ’eşqî weten ew nebê serxoş
da’îm piř nebê le neş’e û xuroş
ew diłe yaxwa ber xencer kewê
ber tîr û şimşêr ber nîşter kewê
demêk le medḧî weten neda dem
be qisey şîrîn lawan neka cem
neyanbizwênê ger zor û ger kem
ta weten derken le dest nameḧrem
ew deme yaxwa piř jehrî mar bê
le zeqnemût û zeqûm serşar bê
pêyek le řêgey berzîy wetena
negeřê û neswê le pay tewena
be şax û kêw û bebin dewena
da’îm be herd û deşt û řeqena
ew pêye yaxwa bestey zincîr bê
ẍerq û niqûmî derbendî mîr bê